28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
VAN
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya hezar û 308 ciyan hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku li tevahiyê bajêr rêya 208 taxan ji ber berfê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên vekirina rêyên girtî didomînin û bi normalbûna hewayê va ew ê hemû rêyên girtî vekin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 11ê ya Meteorolojiyê hatin sitandin, rêyên Wan-Baxçesaray, Bazîd-Çaldiran, Xelat-Tetwan, Baxçesaray-Hîzan, Milazgir-Nurettîn-Aktuzlayê ji ber berf û bagerê girtî ne.
Li gor daneyên Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê jî li bendê ne ku li herêmê hewayê ewrsayî be û berfê bibare.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan bi ra ji bo cemed û mijê baldar bin û bê tevdîr nemînin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Gihandin û Çûyîn û Hatinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan di daxuyaniya xw da destnîşan kir ku li tevahiyê bajêr ji ber berf û bagerê rêya 313 gundan girtî ye û ji bo vekirina van rêyan xebat bênavber dewam dikin.
- Mûş
Mehmetşah Şenturkê Midûrê Şaxa Gihandin û Rê ya Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet diyar kir ji ber berfê rêya 365 gundan girtî ye.
Şenturk destnîşan kir ekîb ji bo vekirina rêya gundan xebatên xwe berdewam dikin.
- Hekarî
Hat diyarkirin li Hekariyê jî ji ber berfê rêya 103 gund û 247 mezreyan girtî ye û ekîb ji bo vekirina rêya gundan xebatên xwe berdewam dikin.