28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li El Baba bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de 197 hedefên rêxistina terorê DAEŞê îmhe kirin û 14 terorîst jî kuştin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ragihand ku herekata di serî de ji bo berterfekirina tehdîda DEAŞa rêxistina terorê, xurtkirina ewlehiya sînoran û ji bo piştevaniya hêzên koalîsyonê li Bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de dan destpêkirin, dewam dike.
Di roja 158emîn a herekatê de xebatên ji bo derdestkirina terorîstan dewam dike. 106 hedefên DEAŞê ku bi wesayitên tespîtkirina hedefan hatibûn tespîtkirin, hatin îmhekirin.
Di şerê bi roj dewam kir û di encama topên ku hatin avêtin de 14 terorîst hatin berterefkirin.
Ji destpêka herekatê vir va li herêmê 3 hezar û 344 teqemeniyên destî û 55 mayin hatin îmhekirin.