Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li 3 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran e wê bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê berdestê sibê hewa ew ê sayî û ewrsayî be, demekê şûnda hewayê ewrayî be, piştî nîvro li Erziromî Qers û Erdexanê dibe ku şilî bibare.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be û guherînek çênebe.
Bi şev germahiya hewayê li Îdir û Tûnceliyê 17, li Erzincanê 16, li Agirî û Erziromê 10, li Erdexanê 8 û li Qersê jî 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tûncelî û Îdirê 34, li Erzincanê 32, li Agiriyê 20, li Qers û Erziromê 26 û Erdexanê 24 pile be.
Li bendê ne ku ba ji aliyê bakur û bakurê rojavayê herêmê ra rabe.