Abdullah Tel
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê payîn ku şilope bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan tê payîn ku li hewzeya seranserê herêmê wê hewa ewrayî be.
Tê texmînkirin ku li herêmê piştî nîvroyê heta derengê şevê şilopeyê bibare û li derdora Erzincan, Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê wê berf bibare.
Hat destnîşankirin ku piştî barînê ji ber hewaya sar wê qeşa û cemed zêde be û car caran jî pûk û mij wê hebe.
Germahiya hewayê ya li herêmê jî wê li gor demsalê be û germahiya herî zêde di bin sifirê da li Erdexanê 16, Qersê 14, Erziromê 13, Agiriyê 10, Îdirê 4, Erzincanê 2 û li Tunceliyê jî 1 pile hat pîvandin.
Rayedar ji şofêr welatiyan dixwazin ku bila ji ber sir, seqem, mij, pûk, qeşa û cemedê baldar bin, tewdîrên xwe hildin da ku mexdûr nebin.