07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
ANKARA (AA) - Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan herekata asîmanî birin ser herêma Qendîlê ya li bakurê Iraqê, 11 kozikên li herêmê yên ku hatin tespîtkirin hatin gulebarankirin û îmhekirin.
Li gor agahiyên ku ji Serokatiya Sererkaniyê hat dayîn îro di navbera saet 18.58 -19.55an de di encama nirxandina îstixbaratekî demkî de bi balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan herekata asîmanî birin ser herêma Qendîlê ya li bakurê Iraqê. Di herekatê de 11 kozikên ku stargehên ku terorîst tê de ne yên ku li herêmê hatin tespîtkirin hatin gulebarankirin û îmhekirin.
Hat diyarkirin ku balafirên şer ên ku peywira xwe serkeftî bi cî anîn di nav ewlehiyê de vegeriyan baregehên xwe.