27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
MARDİN
Di operasyona dijî terorê ya ku li Omerliya navçeya Mêrdînê hat lidarxistin da Serokê Şaredariyê Suleyman Tekîn jî di nav da 3 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da destpêkirin da ekîbên polês û cendermeyan girtin ser hin navnîşanan.
Di operasyonê da Serokê Şaredariya Omerliyê Tekîn û 2 xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin.
Hêzên ewlehiyê avahiya xizmetê ya şaredariyê kontrol kirin û operasyona ku ji bo qefaltina hin gumanbarên din dest pê kiribû jî dewam dike.