Sevim Hatun
27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
ANKARA
Dîrektorê Futbola Tirkiyê Fatîh Terîm beşdarî dengdayina "Wenayên Salê" ya Anadolu Agencyê li dar xist bû.
Fatîh Terîm, 11 wêneyên ku wênegirên AAyê girtine yên cuda cuda nihêrî.
Terîm di beşa "di sporê da wêneya salê" dengê xwe da wêneya Burak Akbulutê wênegirê AAyê. Wêne li Spanyayê hatiye girtin.
Terîm dengê xwe da wêneya bi serenavê "Serkeftina Kenan Sofuoglu", di wêneyê de Kenan Soufoglu piştî serkeftina Şampiyoniya Supersporta Dinyayê kêfxweş dibe û vê kêfxweşiya xwe bi kurê xwe Mahîr û xanima xwe Julia Loomanê re par ve dike.
Terîmê ku ji nav 11 wêneyên di kategoriya sporê de yên Sofûoglu derxist pêş got: "Wexta dengdayinê ez dudilî bûm. Lewra hemû wêne serkeftîne. Wênegirên ku ev wêne girtine serkeftîne û di nav şert û mercên dijwar de dixebitin."