16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
MARDÎN
Di wesayîta ku li ser rêya Kiziltepe-Nisêbînê diçû û ji nişka ve agir pê ket de xisareke mezin çêbû.
Li gorî agahiyan li ser rêbeja Qiziltepe-Nisêbînê tira çaybarkirî ya bi pileqeya 06 SGG 64 yê Îmam Huseyîn Palûca ku ber bi Iraqê ve diçû agir pê ket.
Ekîbên agirkujiyê yê Qiziltepeya girêdayî Şaredariya Mezin ê Mêrdînê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin.
Li gorî lêkolina ewil şewat ji mekanîzmeya ceyranê derketiye. Di şewatê de tir bi tevahî şewitî û xisareke mezin çêbû.