Önder Beyter
18 Sibat 2019•Rojanekirin: 19 Sibat 2019
MUGLA
Li Mîlasa navçeya Muglayê ji bo xilaskirina karkerên madenê ku di hezaza li qada madenê da di bin zinarên ku ji çiya hatin xwarê da man, ekîb hatin seferberkirin.
Li gorî agaihyê, li qada madenê feldispat ku li tanga Sarikayayê di seheya vekirî da fealiyetê dimeşîne, hinek karker di bin zinarên ku ji ber hezazê ji çiya hatin xwarê da man.
Waliya Muglayê Esengul Cîvelekê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Çawa ku xeber hat, me hemû ekîbên lêgerîn û xilaskirin û tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Ez jî diçim wê derê."
Cîvelekê diyar kir ku gava qeza çêbû, du makîneyên şixul û du kamyon dixebitîn ku di encamê da Şukru Turgut, Servet Çapacioglu û Engîn Kutuk di binê zinarên ku ji çiya hatin xwarê da man.
Cîvelekê destnîşan kir, karker Tayfun Akinci ku birîndar hat xilaskirin, tê dermankirin û wiha dewam kir, "Ji bo derxistina karkerên ku di bin zinaran da mane xebat dewam dikin."
Ji aliyekî din va jî ekîbên AFAD, UMKE û îtfaiyeyê xebatên xwe didomînin.