Fatih Gazioğlu
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
MALATYA
Li Meletiyê 2 otobês li hev qelîbin û 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan, qeza li ser rêya Meletî û Qeyseriyê li xeçerêya Akçadagê çêbû.

Otobêseke Şaredariyê Bajêr ya Mezin a Meletiyê û otobêseke rêwiyan ya ku şofêr û pîleqeyên wan nayên zanîn li hev qelîbin.

Piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê û AFADê sewqî ciyê qezayê kirin.
Di qezayê da li gor agahiyên ewil 10 kes birîndar bûn.