29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ERZURUM
Li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê qasî 2-4 pileyan zêde be.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteoroloijiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku îro li herêmê hewayê sayî û ewrsayî derbas bibe. Dibe ku destê sibê û bi şev cemed çêbe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Tûnceliyê 7, li Îdirê 1, li Ezirganê 0, li Erziromê di binê sifirê da 4, li Agiriyê di binê sifirê da 5, li Erdexanê di binê sifirê da7 û li Qersê di binê sifirê da 9 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tûncelî û Ezirganê 17, li Îdirê 16, li Qers û Erziromê 10, li Agiriyê 8 û li Erdexanê jî 7 pile be.
- Berf û bagerê di çûyîn û hatinê da tengasî derxist
Li Gidûgê Saharayê ya li ser rêya Erdexan-Artwînê û tanga Çiyayê Ilgarê ya li ser rêya Erdexan-Posofê ji ber berf û bagerê di çûyîn û hatinê da tengasî derket.
Li ciyên bilind ê herêmê ev do roj e berf dibare û carcaran jî ba radibe.