Önder Beyter
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
KONYA
Nurettîn Koçê 35 salî ji bo ku berteka xwe nîşanî biryara Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî "paytexta Îsraîlê" bide ji Stenbolê bo Qudsê dest peya ket rê û niha gihîşt Kuluya navçeya Konyayê.
Nurettîn Koçê ku 17ê berfanbarê ji Stenbolê peya bi rê ket û di destê wî da alaya Filistînê heye, di 22yemîn roja meşa xwe da gihîşt navçeya Kuluyê û li vir ji aliyê welatiyan va hat pêşwazîkirin.
Koçê ku li Kuluyê rawestiya daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ji ber ku tarî ket erdê wî li Kuluyê navber da meşa xwe.
Koç bal kişand ku ew bêyî alîkariya çi kes û saziyekî vê meşa xwe dike û wiha dewam kir ,"Ji ber ku ez di çapemeniyê da derketim, li bajêr û navçeyan hin kes ji bo rizaya Xwedê tên pêşiya min û pêşwaziya min dikin. Ez spasiya her kesekî ku alîkariya min dike dikim. Rawestgeha min a pey vê, navenda Konyayê ye. Ezê ji wê şûnda heya Hatayê bimeşim. Ez wer hizr dikim ku ezê piştî Hatayê bigehîjim Qudsê."