Polîtîka

Serokê Îranê Xameney: "Erebistana Siûdî îxanet li Filistînê kir"

Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney got ku di serî da Erebistana Siûdê hin welatên Ereban piştgirî dan Îsraîlê û îxanet li Filistînê kirin lêbelê wisa difikirim ku gelên li van welatan dê vê îxanetê xweş nebînin.

Elif Irmak  | 20.05.2020 - Rojanekırın : 20.05.2020
Serokê Îranê Xameney: "Erebistana Siûdî îxanet li Filistînê kir"

Ankara

Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney got ku di serî da Erebistana Siûdê hin welatên Ereban piştgirî dan Îsraîlê û îxanet li Filistînê kirin lêbelê wisa difikirim ku gelên li van welatan dê vê îxanetê xweş nebînin.

Xameney di peyamên ku ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kirin da hin welatên Ereban û Erebistana Siûdî ya ku di van salên dawîn da ketin nav pêvajoya normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê ra rexne kir.

Xameney têkiliyên welatên Ereban ên bi birêvebiriya Tel Avîvê ra wekî "îxanet" bi nav kir û got ku "Îro hin dewletên Kendava Farsê (Besra) xaîntiya herî mezin li dîroka xwe bi xwe û alema Ereban kir. Piştgirî dan Îsraîlê û îxanet li Filistînê kirin. Gelo dê gelên van dewletan îxanetê serokên xwe xweş bibînin?"

Xameney di peyama xwe ya din da jî rasterast birêvebiriya Erebistana Siûdî hedef girt û got:

"Têkiliyên eşkere yên Siûdiyan ên bi rejima siyonîst ra (Îsraîl) xençerek e ku ji piştê va li Filistîn û welatên Îslamê dixe. Siûdiyan çalakiyeke îxanetê ya mezin kir. Ew sûcdar in lêbelê di vir da jî dîsa Amerîka di nav mijarê da ye."

Xameney bangî welatên ereban kir ku "bila fehm bikin ku Amerîka xwedîbext nîne" û got "Amerîka wan ji bo parastina berjewendiyên emperyalîst ên li herêmê yên xwe û rejima siyonîst wekî amûrekê dibîne."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın