Li welatên Ereb hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin zêde bû
Li Fasê 18 kesên din jî mirin
Istanbul
Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hejmara kesên ku mirin li Fasê 18 zêde bû û derket 498an, li Urdin û Filistînê jî hejmara pêketiyan zêde bû.
Wezareta Tenduristiya Fasê ragihand ku ji ber şewbê 18 kesên din jî mirin û 1230 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Li welêt bi vî awayî hejmara giştî ya kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 498an, ya xwêketiyan jî derket 33 hezar û 237an û her wisa 23 hezar û 347 kes jî baş bûn.
- Urdin
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Urdinê da hat destnîşankirin ku li welêt 6 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin hejmara giştî ya pêketiyan derket 1252yan. Her wisa hat diyarkirin ku heta niha 11 kes ji ber vîrusê mirin û 1203 kes jî baş bûn.
- Filistîn
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Filistînê da hat destnîşankirin ku li Xezeya dorpêçkirî li navenda karantînayê di 3 kesên din da jî vîrus hat tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li welêt hejmara giştî ya pêketiyan derket 18 hezar û 651ê, ya kesên baş bûn jî derket 10 hezar û 278an.
Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin ku heta niha 103 kes ji ber vîrusê mirin.