Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 572, li Hindistanê 1013, li Meksîkayê jî 292 kes mirin

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Brezîlyayê 572, li Hindistanê 1013, li Meksîkayê jî 292 kes mirin.

Türkan Tosun  | 10.08.2020 - Rojanekırın : 10.08.2020
Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 572, li Hindistanê 1013, li Meksîkayê jî 292 kes mirin

Buenos Aires

 Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Brezîlyayê 572, li Hindistanê 1013, li Meksîkayê jî 292 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 572 kes mirin û hejmara miriyan derket 101 hezar û 49an.

Li gor agahiyan 23 hezar û 10 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 3 milyon û 35 hezar û 422yan.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 627 hezar û 126 kes bi vîrusê ketin û 25 hezar û 114 kes ji ber vîrusê mirin.

Li Brezîlyayê hejmara kesên baş bûne jî derket 2 milyon û 118 hezar û 460î.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn bû navenda nexweşiyê.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 1013 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 44 hezar û 466an.

Li welêt di 24 saetan da 62 hezar û 64 waqieyên nû hatin tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 2 milyon û 215 hezar û 74an.

Li Hindistanê milyonek û 535 hezar û 743 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.

- Meksîka


Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 292 kesan va hejmara miriyan derket 52 hezar û 298an.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 4 hezar û 376 kes zêde bû derket 480 hezar û 278an.

Li welêt heta niha 322 hezar û 465 kes baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirov ji ber vîrusê miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın