08 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
HELEB
Balafirên şer ên artêşa ûris êrîşa asîmanî birin ser taxa Sukkeriyê ya bin kontrola mixalifên de ya li Heleba bakurê welêt, li gor tespîtên ewil 28 kes mirin, 57 kes jî birîndar bûn.
Rayedarê parastina sivîl Necîb Ensarî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku jetên ûris sê êrîşên asîmanî birin ser taxa Sukkeriyê.
Ensarî da zanîn ku bombeyan îsabetî cî û waran kir û wiha axivî: "Balafirên ûris û rejimê di van rojên dawîn de taxên ku piranî lê sivîl dijîn ên aliyên başûrê û nav Helebê hedef digirin. Di êrîşên îro de 28 kes mirin, 57 kes jî birîndar bûn. Piraniya van mirovan jin û zarok in. Di heman demê de gelek avahî jî xira bûn."
Ensarî destnîşan kir ku ekîbên parastina sivîl ji bin kavlên avahiyên ku xira bûn hewl didin ku mirî û birîndaran derxînin û da zanîn ku ekîbên tenduristiyê kesên ku di bûyerê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên sehrayê.
Firokeyekî eskerî yê artêşa Sûriyeyê duh li taxa Sûriyeyê bombeya warîlê ya ku tê de gaza klorê heye avêtibû cî û warên li taxa Sukkeriyê û 100 kes mabûn bin tesîra gazê de.