09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekkariyê terorîstên PKKyî êrîş kirin, 2 gundparêz şehît bûn, gundparêzek birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, gundparêzên gundê Uzumkiranê dema ku diçûn cihê wezîfeya xwe terorîstan gule berda wan.
Di pevçûnê da gundparêz Ahmethan Demircan û Eshet Yeşîl şehît bûn, Tefîk Firat birîndar bû.
Gundparêz Firatê ku birîndar bû jî rakirin Nexweşxneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Li herêmê operasyonê dest pê kir û ji hewa va jî piştgiriya operasyonê tê kirin.