29 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekkariyê di operasyona dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê da 2 çawîşên pispor şehît ketin, 3 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li herêma Gerdantepeyê terorîstên PKKyî gule berdan hêzên ewlehiyê.
Hêzên ewlehiyê jî di heman demê da bersiv da û pevçûn derket. Di pevçûnê da 2 çawîşên pispor şehît ketin, 3 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkariyê.
Hat gotin ku li herêmê operasyoneke berfireh didome.