31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Hat ragihandin, li Şemdînliya navçeya Hekariyê bi mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz ra pevçûn derket, di pevçûnê da leşkerê ku giran birîndar bû, xelas nebû û şehît bû.
Li gor daxuyaniya ku ji sererkaniyê hat dayîn wiha hat gotin:
"31ê gulana 2016an roja sêşemê li çil û çiyayê Şemdînliya navçeya Hekariyê di operasyonê da bi mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz ra pevçûn derket. Di pevçûnê da yek jê giran du hevalên me birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê, lê hevalê me yê ku rewşa wî giran bû, xelas nebû û di saet 05.40î da şehît bû.