Li Hekariyê kampanyaya "Pirtûkek merivek"
Walî Îdrîs Akbiyik: "Daxwaza me ew e ku ji burokratan hetanî zarokan di rojeva her kesî da perwerde hebe''
Hakkari
HAKKARÎ
Walîtiya Hekariyê li bajêr kampanyaya bi navê "Pirtûkek merivek" da destpêkirin.
Walî Îdrîs Akbiyik xwendingeha Dibistana Seretayî û Navîn a Xaziyê ziyaret kir. Bîlal Gurê Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr û rêvebirên xwendingehê pêşwaziya walî kirin.
Walî Akbiyik li polan geriya û bi xwendekaran ra sohbet kir.
Akbiyik diyar kir ku li bajêr kampanyaya "Pirtûkek merivek" dan destpêkirin û li xwendekaran pirtûk belav kirin.
Walî Akbiyik got ku di çarçoveya kampanyayê da her kes ew ê pirtûkekê bixwîne û bi kesekî li cem xwe jî bide xwendin û wiha pê da çû:
"Me kampanya ji Dibistana Seretayî û Navîn a Xaziyê da destpêkirin. Armanca me ew e ku kesên serkeftî, bextewar, ji gel û welatê xwe hez dikin perwerde bikin. Bêşik û guman rêya vê jî ji xwendinê û pirtûkan derbas dibe. Em her tim dibêjin ku meseleya me xwendin û perwerde ye. Hekariyê jî wisa bibe. Daxwaza me ew e ku ji burokratan hetanî zarokan di rojeva her kesî da perwerde hebe. Rêya serkeftinê û bextewariyê ji perwerde û pirtûkan ra derbas dibe. Em ê înşaellah li Hekariyê vê zêde bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.