İbrahim Atmaca
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 08 Sibat 2019
MUŞ
SLi navçeya Haskoyê jin eleqeyê nîşanî qursên ku li Navenda Piştgiriya Malbatan hatine vekirin, didin.
Mamosteya qursa Navenda Piştgiriya Malbatan a Haskoyê Kader Ferhatogluyê daxuyanî da û got ku wan li navendê heta niha di 12 branşan da qurs vekirin û gelek jin beşdarî van qursan bûn.
Ferhatogluyê diyar kir ku jin him pîşe hîn dibin him jî pere qezenc dikin.
Qursiyer Gulsum Yumluyê jî got ku mebesta wê ew e ku di qursê da pîşe hîn bibe û paşê kargeha xwe veke û spasiya wan rayedaran kir ku ev derfet dan wan.