Abdullah Tel
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 08 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Di avahiya duh li Kartalê hilweşiya bû da piştî 18 saetan keçikeke 5 salî ya di bin xopanê da mabû hat xilaskirin.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya diyar kiribû ku ekîbên AFADê bi keçikeke 5 salî ya navê wê Azra Havva Tekgoz e ra axivîn û çend deqîqe piştî vê daxuyaniyê ew hat xilaskirin.
Yerlîkaya li Dibistana Îmam Xetîbê ya Çakabeyê daxuyanî da rojnamegeran. Lewra ji ber hilweşîna avahiya 7 qatî maseya qeyranê li wir hat avakirin û xebatên xilaskirina kesên di bin xopana avahiyê da mane ji wir tê birêvebirin.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê nêzî 18 saet û nîvî ye ku dewam dike û di vê navberê da 3 jê giran 12 kes hatin derxistin û herî dawîn jî Havva Tekgoz a 5 salî hat xilaskirin.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin.