Nihat Kavşut
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê îsal 45 kîlomêtroqere rê hat qîrkirin.
Li Gurpinarê xebatên çêkirina rê berdewam dikin û bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê li taxa Otbîçera Gurpinarê jî 2,5 kîlomêtro rê hat qîrkirin. Li navçeyê xebatên raxistina kevirên parkeyê jî berdewam dikin.
Osman Dogramaciyê Qaymeqam û Wekîlê Şaredariyê daxuyanî da û destnîşan kir li navçeyê îsal 45 kîlomêtroqere rê hat qîrkirin.