Türkan Tosun
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
ERZURUM
Tima Erzurumsporê ya Şaredariya Mezin a ku di pêşbirka fînala play offê ya Lîga 1emîn a Sport Totoyê de tîma Gazîşehir Gazîantepê têk bir û derkete Lîga Super a Spor Totoyê vegeriya Erziromê.
Serokê Şaredariya Mezin a Erziromê û Serokê Birûmet ê Klubê Mehmet Sekmen, serokê klubê Mevlut Dogan, rahêner Mehmet Altiparmak, futbolîstên tîmê yên ku di destê wa de kupa hebûn û hatin balafirgehê ji hêla alîgirên tîmê va hatin pêşwazîkirin.
Qefleya futbolîstan bi otobêsê va ji balafirgehê çûn qada li ber Avahiyê Polêsan ku bi alîgirên tîmê va bên bal hevdu.
Li vir merasimek hat lidarxistin,Walî Seyfettîn Azîzoglu tîmê pîroz kir.
Serokê Şaredariya Mezin a Erziromê Sekmen got bila şampiyonî pîroz be û spasiya her kesê ku di vî karî de keda wan heye kir.
Serokê klubê Mevlut Dogan jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ew spasiya hemû alîgiran dike.
Kaleparêzê tîmê Hakan Canbazogluyê ku di penaltiyan de tîma xwe ji golan xilas kir jî got ew hemû penaltiyên ku xilas kiriye diyariyê Erzurumsporê dike.
Piştî axaftinan ji ber ku baran barî gel belav bû.