Önder Beyter
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
ANKARA
Yarîzanê Îspanyol Andres Iniesta ku di binesaziya Barcelonayê da perwerdeya xwe stand, piştî 16 salan xatirê xwe ji tîma xwe xwest. Iniesta li paş xwe şopeke mezin û diyar hişt.
Naverastê yarîgeha Barcelonayê yê ku bi awayekî serkeftî gog zeft dikir û pas dida, ji 2000î şûnda dexmeya xwe li fitbolê da, lê Iniesta xatirê xwe ji Barcelonayê xwest.
- Di 12 saliya xwe da ji deriyê La Masia bihurî
Iniesta di 1996an da hê çaxê ku 12 salî bû ket binesaziya Barcelonayê "La Masia"yê. Iniesta di 29ê Cotmeha 2002yan da di pêvajoya komê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê da di milmilaneya bi tîma Brugesê da wekî cara ewil di tîma Ayê da derket yarîgehê.
Iniesta di tevahiya kariyerê xwe yê di Barcelonayê da 674 maç leyîst, 57 gol avêt û 142 asîst kirin.