Haydar Şahin
19 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Mişawiriya Hiqûqê ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (FFT) Alî Koçê Serokê Kuluba Fenerbahçeyê sewqî Lijneya Disîplînê ya Fitbola Profesyonel (LDFP) kir.
Di daxuyaniya FFTyê da hat diyarkirin ku li gor xala 38an a Telîmata Disîplînê ya Fitbolê biryar dan ku Alî Koç ji ber "daxuyaniyên dijî sportmeniyê" daye medyayê wekî bê tevdîr sewqî LDFPyê bikin.
Hat ragihandin ku Mehmet Çakmak Uyarê Alîkarê Serokê Kuluba Qeyserîsporê jî ji ber ku piştî pêşbirka Antalyasporê "daxuyaniyên dijî sportmeniyê" daye sewqî LDFPyê bikin.