Türkan Tosun
23 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
ERZÎNCAN
Li Erzinganê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hecî Bektaş Welî ji ber meha muharemê eşûre belav kir.
Li Cemxaneya Şaxa Erzinganê ya Weqfê ji ber meha muharemê bernameyek hat lidarxistin.
Di bernameyê da ji bo 10 hezar kesî eşûre hat amadekirin û paşê ev eşûre hat belavkirin.
Waliyê Erzinganê Alî Arslantaş ji rojnamevanan ra daxuyand bi sersala hîcrî wan dest meha muharemê kiriye, ew him xemgîn û him jî kêfxweş in.
Serokê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hecî Bektaş Welî yê Şaxa Erzincanê Sadik Duzgun jî got li welêt yekitî girîng e û roja eşûreyê bila ji aştî û aramiyê ra bibe wesîle.