Haydar Şahin
02 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
DIYARBAKIR
Li Erxeniyê kerenga wekî mizgînaya biharê tê zanîn li ser dezgehan cihê xwe girt.
Bi germbûna hewayê ra li ciyên bilind ên Herêma Rojilatê Anadoluyê kerenga tebiî hêşîn bû û welatî kerengê kom dikin û tînin difroşin.
Firat Yaşarê ku li bazarê kerengê difroşe got ku gel gelekî ji kerengê hez dike.
Yaşar diyar kir ku ev hefteyek e dest bi firotina kerengê kirin û wiha axivî: "Em kîloya wê bi 5 lireyî difroşin. Her kes ji kerengê hez dike, ji ber vê jî karê me baş dewam dike. Em di vê serdemê da debara xwe bi firotina kerengê dikin.