Tirkiye

Li Diyarbekirê xweşikahiyên payîzê

Li Diyarbekirê bi hatina payîzê der û dor rengrengî bû.

Haydar Şahin  | 09.11.2018 - Rojanekırın : 14.11.2018
Li Diyarbekirê xweşikahiyên payîzê

Diyarbakir

DİYARBAKIR

Li Diyarbekirê bi hatina payîzê der û dor rengrengî bû.

Li çil û çiyayên Diyarbekirê payîzê tebîet bi rengên zer, kesk û givez xemilî. Li Dîcle û Hêneya navçeyên Diyarbekirê bi zerbûna pelgên daran dîmenên xweşik derketin holê.

Mehmet Ramazan Çinarê li Degirmenliya gundê Dîcleyê dijî diyar kir ku bi cotkariyê debara xwe dikin, payîzê karê wan xilas dibe û kêfa dîmenên xweşik ên derdikevin holê derdixin.


Çinar got ku payîzê li gundê wan dîmenên wekî kartpostalan derdikevin holê û wiha pê da çû:

"Pelg rengrengî dibin. Payîzê dîmenên xweşik derdikevin holê. Ji bo li dîmenên xweşik mêze bikin em bi gundiyên xwe ra derdikevin ciyên bilind. Wêneya dîmenan dikişînin û di medyaya civakî da parve dikin."

Cevdet Alverogluyê li Guzelceya goma Kaledîbiya taxa Hêneyê dijî jî got ku payîzê gundê wan zehf xweş dibe.

Alveroglu wiha got: "Gundê me di herçar demsalan da jî zehf xweş e, lêbelê xweşikahî û ciyê payîzê cuda ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın