03 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Otobusên şaredariyê yên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya DBPyî bi hincet ku bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da (BHQ) bona hin şaredariyan peywirdarî hat kirin, neşixulîn. Ev jî bû sedema mexdûrbûna welatiyan.
Otobusên şaredariyê yên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi hincet ku bi erkê BHQyê va bona hin şaredariyan peywirdarî hat kirin, xizmeta xwe rawestandin. Otobus kişandin geraja Midûriyeta Karîgeriya Otobusên Şaredariya Mezin û îstasyona sotemeniyê ya xaza siruştî.
Li bajar ji ber ku otobusên şaredariyê xizmet nedan, otobusên gel jî têrê nekirin û welatî mexdûr bûn.
- "Çi wateya xwe heye ku vî tînin serê wê pîrejinê"
Welatî Veysel Erguvenê ku di pevguhastinê da zehmetî kişand, daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku ew li Yenîşehîra navçeya navendê li rawestgehê gelekî li benda otobusê man.
Erguven destnîşan kir ku otobusên şaredariyê naşixulin û rêveberiya şaredariyê bi vê kiryara xwe va bi awayekî keyfî tevdigere.
Erguven wiha qise kir:
Teqez biryareke di cih da nîne ku otobus xizmetê nakin. Em gilî dikin, tukes guh nadê. Em giliyê kê li kê dikin. Me rûbirûyî rayedarên daîreya pevguhastinê dikin, lêbelê kesek bersiv nade têlefonan. Ez ciwan im, dikarim bimeşim, lê kal û pîr hene. Kal û pîrên ku taqeta wan tune li rawestgehê bisekinin, li bin siya daran rûdinên. Çi wateya xwe heye ku vî tînin serê wê pîrejinê."
- "Divê li Meclisê siyasetê bikin"
Aynûr Ateşê jî bal kişand ku pirsgirêka wan a pevguhastinê ne bi tenê ya îro ye û ji ber çalakiyan welatî mexdûr dibin.
Ateş got ku astengkirin û rawestandina xizmetên şaredariyê, xelet e û wiha xeberda, "Carna divê em bilez bigehîjin ciyekî. Karên vî celebî ne grev e. Divê li Meclisê siyasetê bikin. Divê xelkê mexdûr nekin."