24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Li 9 taxên çolterê yên ser Licêya navçeya Diyarbekirê ji ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê tên birêvebirin, qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo berterefkirina hevkarên PKK, stargeh, kozik û embarên ku mensûbên rêxistinê bi kar tînin ji holê bên rakirin wê operasyon bê kirin.
Walîtiyê ragihand ku ji bo ewlehiya can û malên welatiyan li Taxên Kayacik, Ortaç, Yalaza, Tepe, Arikli, Serînce, Çagdaş, Dîbek û Yolçatiya ser Licêyê saet ji 05.00î vir va heta emrekî duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.