20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Di operasyona narkoterorê ya li Kocakoya navçeya Diyarbekirê hat kirin da 2 ton û 939 kîlo esrar hat qefaltin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Bajêr duh ji bo berhevkirina delîl û qefaltina bersûcên ku bazirganiya tiryakê dikin, li gundê Gozebaşiyê operasyona narkoterorê lidarxistin.
Di operasyonê da eskeran 4 mal, derdora wan û hin deverên gund kontrol kirin û 2 ton û 939 kîlogram esrara ku di bin erdê da hatibû veşartin û wesayîteke ku ji heman plaqeya wê yeke din jî heye qefaltin.
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser wesayît û esrarê û 5 gumanbar jî hatin binçavkirin.