12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de 4 teqemeniyên ku bi 200 kîlo amonyum nîtratê û toza eleminyumê ve hatiye çêkirin û 783 kîlo esrar hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Operasyona Muşterek a Bayrak-41 Cendirmeyê Şehîd Tolga Topçuoglu ya ku di 5ê adarê de li navçeyên Qulp, Lice û Haniyê û çiyayên li ser sînorê Bîngolê hatibû destpêkirin dewam dike.
Di operasyonê de li 54 mal û eraziyên 4 gund û mezrayên Liceyê lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê de 4 tivingên bêruxsat, demançeyek, 450 mêtro qablo, gelek sol, kinc, tiştên xwarin û vexwarinê, alavên tibî hatin dîtin.
5 kes ji ber bûyerê hatin binçavkirin.
- 4 mekanîzmaya teqemeniyê hat îmhekirin
Di operasyonê de sitargehek û kovikeke terorîstan hat xirabkirin.
4 teqemeniyên ku bi 200 kîlo amonyum nîtratê û toza eleminyumê ve hatiye çêkirin û 4 tupên mitbaxê hatin teqandin.
Ji bilî vê 448 kîlo esrara toz, 338 kîlo esrara kubar bi tevahî 783 kîlo esrar hat bidestxistin.