21 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê operasyona li hember rêxistina terorê dewam dikin. Di roja 6emîn a operasyonan de 87 terorîst hatin kuştin.
Li Silopiyê bi navê "Operasyona Rûmetê ya Polêsê Şehîd Muhammet Onur" û li Cizirê jî bi navê "Operasyona Çawişê Pispor Astsubay Cendirme Şehîd Burak Demîrcî" operasyon dewam dikin. Di navbera endamên rêxistinê û hêzên ewlehiyê de jî pevçûn dewam dikin. Di roja 6emîn a operasyonan de 87 terorîst hatin kuştin. Li Cizîrê 80 û li Silopiyê 7 terorîst hatin kuştin û 10 kes jî sax hatin girtin.
Di operasyonan de 85 barîkat, 13 teqemeniyên bi dest hatine çêkirin, hatin îmhekirin. Li ser îdiaya ku piştigiriyê didin endamên rêxistinê li Cizîrê di 53 malan de, li Silopiyê jî di 596 malan de lêgerîn hat kirin. Di operasyonan de jê 13 polês, 23 hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Di vê navberê de li Silopiyê terorîstan Dibistana Navîn a Cumhuriyetê, navenda tenduristiyê ya li taxa Nuhê şewitandin. Di avahiyan de zirareke mezin çêbû.
Ji bilî vê li Sûra navçeya Diyarbekirê û li Dargeçîta navçeya Mêrdînê jî 10 terorîst hatin kuştin.
Di operasyonên Şirnex, Mêrdîn û Diyarbekirê de 104 terorîst hatin kuştin.