Haydar Şahin
01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
BÎNGOL
Li Genca navçeya Bîngolê kesekê ji wesayîta xwe gule berî gundparêzên kontrola rê dikirin da hat berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, tîma gundparêzan a li herêma gundê Yenîyaziyê wezife dikir li ser şikê xwest wesayîtekê bide sekinandin.
Ji ajokar ra gotin "bisekine" lêbelê ajokar guh neda hişyariyê li ser vê pevçûn derket û şikbarek hat berterefkirin.
Ji bo dîtina wesayîta ji dewsa bûyerê dûr ket li herêmê operasyon dan destpêkirin.
Wekî mayîn ji bo tesbîtkirina nasnameya şikbarê hat berterefkirin xebat dewam dikin.