Sevim Hatun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
GAZÎANTEP
Li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê, ji nav bajarên herî girîng Gazîanteb, Şanliûrfa, Adiyaman û Kilîsê germa hewayê nava rojê ji 40 pileyî derbastir kir.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji midûriyên herêmê yên meteorolojiyê hilda, li giştiyê herêmê germa hewayê bi taybetî ji pêr va di navbera 2 û 5 pileyan da zêde bû.
Li gor agahiyê li Şanliûrfayê germa hewayê 44 pile hat pîvan. Li bajêr nem jî ji sedî 50 ye û ji ber nemê germ wek 48 pileyan tê hîskirin.
Li Gazîantebê jî hewa pir germ bû û 42 pile hat pîvan. Ji ber ku nem jî ji sedî 50 ye, germ 46 pile tê hîskirin.
Li gor qeydên meteorolojiyê li Adiyemanê jî germ derket 41 pileyan û nem jî ji sedî 70 ye. Ji ber nemê jî germa hewayê 48 pile tê hîskirin.
Li Kilîsê jî termomêtreyan 41 pile germ dît û nem ji sedî 50 hat pîvan.
- Bajêr vala bûn
Her çend betlaneya eydê xelas bû jî, ji ber zêdebûna germê li giştiyê herêmê kuçe û kolan sahil in.
Li Gazîantebê hema bê kuçe vala ne û kêm kes li parkan xwe hênik dikin, hin zarok jî her çend qedexe be jî ketin hewzên ku ji bo xilandina bajêr hatine çêkirin.
Li Şanliûrfayê ji ber ku germa hewayê 48 pile tê hîskirin, zarok dikevin qanalên avdêriyê ku hênik bibin. Hin welatî jî berê xwe didin parq û baxçeyan.