Haydar Şahin
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
NEW YORK
Ji hilbijartina navberê ya wekî hilbijartina herî girîng a dîroka nêz ya Amerîkayê tê nirxandin û ji bo Donald Trumpê Serokê Amerîkayê wekî referandumê ye "Kongreyeke bûye du parçeyan" derket.
Hilbijartina ji bo tevahiyê 435 endamên Meclisa Nûneran a şaxa binî ya Kongreya Amerîkayê û 35 kursiyên Senatoya ji 100 kursiyî pêk tê hat kirin bi dawî bû.
Li hin eyaletên welêt jimartina rayan hê dewam dike ligel vê li gor encamên nefermî Dekomrata di Meclisa Nûneran da serdestî ji Komarparêzan sitandin. Komarparêzan di Senatoyê da serdestiya xwe domandin.
Bi vî awayî beriya hilbijartina serokatiyê ya 2020î di Kongreya Amerîkayê da heyama dualî ya dijber dest pê kir.
Di Meclisa Nûneran da serfiraziya Demokratan
Li gor encamên APya ajansa xeberan a Amerîkayê berhev kirin ên nefermî, Demokratan di Meclisa Nûneran da 205 kursî sitandin ligel vê Komarêparêzan hetanî nika 188 kursî sitandin.
Di Meclisa Nûneran da ji bo serdestiyê dibê 218 kursî werin qezenckirin. Dema eyaletên dibêjin teqez Demokrat ew ê bi ser kevin û kursiyên ku Demokratan ji Komarparêzan sitandin jî lê tên zêdekirin tê dîtin ku Demokrat qezenc dikin.
Beriya hilbijartinê di Meclisa Nûneran da 237 endamên Komarparêzan û 193 endamên demokratan hebûn, 5 kursî jî ji ber hin sedeman valabûn.
Partiya demokrat li 3 eyaletan kursiyên xwe da der
Beriya hilbijartinê li Senatoyê 51 endamên Komar Parêzan û 49 endamên Demokratan hebûn.
Di hilbijartinê da 9 kursiyên Komarparêzan û 26 kursiyên Demokratan ew ê bi eşkerekirina encaman xwediyê xwe bibînin.
Li gor encamên nefermî, Demokrtan li 3 eyaletan kusiyên xwe da der û di dewsa wan da endamên Komarparêzan bi ser ketin.
Mîke Braunê namzedê Komarparêzan ê ku li Îndîanayê bi ser ket kursiyê ewil ê li Senatoyê ji destê Partiya Demokrat girt.
Paşê Kevin Cramerê Komarparêz ku li Dakotayê bi ser ket jî kursiya 2yan ji destê Partiya Demokrat hilda.
Josh Hawleyê Komarparêz ê ku li Mîssouriyê bi ser ket jî rayên xwe ji yên Claire McCaskilla Senatora Demokrat zêdetir kir û kursiyê 3yan ji destê vê partiyê hilda.
Demokratan li 19 eyaletan kursiyên xwe mihefeze kir, Komarparêzan li 6 eyaletan kursiyên xwe mihefeze kir.
Li gor encamên nafermî vê gavê li Senatoyê Komarparêz gihîştin 51 kursiyan û Demokrat gihîştin 43 kursiyan.
Encama hilbijartina 6 eyaletan hê nehat eşkerekirin, li eyaleta Mîssîssîppiyê ew ê di 27ê mijdarê da jî hilbijartin were kirin û kursiyek jî wê çaxê were hilbijartin.
Serfiraziya jinên Misliman ên namzed
Di Meclisa Nûneran a Amerîkayê da 2 jinên Misliman
Rashîda Tlaîba eslê wê ji Filistînê ye û Ilhan Omara eslê wê ji Somaliyê ye di hilbijartinên li Mîchîgan û Mînnessotaya eyaletên Amerîkayê da bi ser ketin bûn "jinên Misliman en endamê Meclisa Nûneran ên ewil."
Li welêt hilbijêr ji bo 35 kursiyên Senatoyê û 435 kursiyên Meclisa Nûnera çûn ser sandiqê Tlaîb û Omara namzedên Partiya Demokrat serfirazî îlan kirin.
Der barê John Conyersê endamê Meclisa Nûneran ê Demokrat da îdiayên destdirêjiyê derketibûn û îstifa kiribû, li hemberî wî jî namzedekî Komarparêz ranebibû ji ber vê dihat gotin Tlaîba ku li herêma 13an a Mîchîganê bû namzed ew ê teqez qezenc bike.
Rashîda Tlaîbê beriya hilbijartinê daxuyanî dabû medyaya Amerîkayê û gotibû, "Armanca min ew nîne ku bi baweriya xwe li Meclisê pesnê xwe bidim, wekî ku ji her kesî ra dibêjin armanca min ew e ku bi rêya xizmeta raya giştî va Îslamê temsîl bikin."
Namzeda jin a Misliman a sergirtî ya ewil
Wekî mayin Ilhan Omara eslê wê ji Sûdanê ye ya li herêma 5an a Mînessotayê kete hilbijartinê jî li hemberî Jennîfer Zîelînskiya raqîba xwe ya Komarparêz bi ser ket û bû endama Kongreya Amerîkayê
Omara ku endama jina Misliman a sergitî ya ewil a Meclisa Nûneran a Amerîkayê bû derbasî dewsa Keîth Ellîsona namzeda Misliman a heman herêmê bû.
Ilhan Omara ku di 12 saliya xwe da hatibû Amerîkayê û 4 salan li kampên penaberan mabû diyar kiribû ku ew ê li dijî polîtîkayên Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê yên li ser penaberiyê têkoşîna xwe bidomîne, paşê jî poltîkayên wekî kontrola sîlahan û sîstema tenduristiyê ya carekî biparêze.