26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş li Midûriyeta Giştî ya TRTê bi Midûrê Giştî Şenol Goka û rêvebirên TRTê re hat bal hev.
Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatme Betul Sayan jî beşdarî civînê bû.
Di civînê de li ser mijara hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û têkoşîna ku divê bê kirin hat axaftin.
Midûrê Giştî Şenol Goka behsa 15ê tîrmehê û geşedanên piştî hewldana derbeyê kir û agahî da Kurtulmuş.
Goka der barê hedefa TRTê ya 2016an û bernameyan, komxebata ku wê di heyama nû ya payîza 2016an de dest pê bike de jî agahî da Kurtulmuş.