İbrahim Atmaca
04 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
ANKARA
Ezmûna Neqandina Personelên Qamûyê (KPSS) ya asta lîsansa dusalane hat kirin.
Serokatiya Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) KPSSya asta lîsansa dusalane kir û kuta bû. Kesên ku wê têketana ezmûnê piştî saet 10.00î hilnedan avahiyên ezmûnê.
Di ezmûnê da bi tevahî 120 pirs hatin pirsîn û ev pirs ji agahiyên giştî û agahiyên çandî pêk tên. Ezmûnê 130 deqîqe dewam kir.
Encama ezmûnê wê di 29ê mijdarê da eşkere bibe û kesên ku ketin ezmûnê dikarin encama xwe li ser malpera înternetê ya "https://sonuc.osym.gov.tr"yê hîn bibin.