Elif Orhan
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
BURSA
Li Yildirima navçeya navend a Bûrsayê jinikeke Sûriyeyî bi awayekî kêrkirî lı ba pitika xwe ya 7 mehî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Walîd Aşaelîmê kekê Dîma Aşaelîma (18) ku li Taxa Degîrmenlîkizikê dijî demekî ji xwişka xwe tu xeber nesitand û li ser vê yekê ji bo kontrolkirina rewşê çû mala wê.
Walîd Aşaelîm dema ku çû malê dît ku Dîma Aşaelîm kêrkiriye û li erdê dirêjkiriye û kurê wê yê 7 mehî Hesen Qasim jî ketiye ber hembêza wê.
Kekê wê xeber da û ekîbên Serwîsa Acîl a 112an hatin cihê bûyerê û hat tespîtkirin ku jinika ciwan miriye. Ekîbên polêsan ji bo ku îfadeya wî bistînin Ahmet Qasimê (28) mêrê Dîma Aşaelîmê yê ku li restoranekî lı Qada Bajêr dixebite birin navenda polêsan.
Ji bo otopsiyê termê Aşaelîmê rakirin mora Saziya Tibê Edlî ya Bûrsayê.