Nihat Kavşut
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ANKARA
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî ji bona îdiayên der barê bûyerên di cinazeyê diya Aysel Tugluka parlementera berê qewimîn da wiha got: "Eşrafên taxê bi me ra wêne kişandine û di encama lêkolînan da derketiye holê kesekî ku bi me ra wêne kişandiye hatiye binçavkirin. Lê dîsa jî ev rastiya fitne û ficûrê naguherîne. Berevajî vê hesasiyeta me ya di vî warî da nîşan dide."
Di medyayê da hin nûçe derketin ku "Ji kesên tevlî bûyerên cinazeyê diya Aysel Tuglukê bûne kesek bi Soylu ra wêne kişandiye" û li ser vê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê îdiayan da got "hûn bêbext û kirêt in."
Soylu der barê îdiayan da wiha axivî: "Eşrafên taxê bi me ra wêne kişandine û di encama lêkolînan da derketiye holê kesekî ku bi me ra wêne kişandiye hatiye binçavkirin. Lê dîsa jî ev rastiya fitne û ficûrê naguherîne. Berevajî vê hesasiyeta me ya di vî warî da nîşan dide."