28 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
VAN
Li Wanê Nuran Keleşa xwendekara dibistana navîn ji rûvêsên ku li çiyê çêdibin sabûn çêkir.
Nuran Keleşa xwendekara pola 8an bi vê projeya xwe beşdarî Fuara Zanistê ya TUBÎTAK 4006 ku ji hêla Dibistana Navîn a Koray Akoguz va hat çêkirin, bû.
Keleş di projeya xwe da ava rûvêsan bi şîr û kolonyayê tevlihev dike û peyra di sarincê da dicemidîne û sabûnê çêdike.
Keleşê der barê projeya xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Keleşê diyar kir ku bi vê projeya xwe dixwaze feydeyên rûvêsan îsbat bike û wiha got: "Di encama lêkolînên me da derket holê ku rûvês jî ji hêla madeya ponîfenolevan dewlemend e ku di zevzeyên sor da jî zehf heye. Ji ber vê jî dema wek sabûn tê emilandin, li ser cermê însanan zêdebûna hucreyên pençeşêrê kêm dike."
Fevzî Kahramanê mamosteyê zanistên fenê û kordînatorê projeyê jî diyar kir ku bi projeyan dersê didin hezkirin û got ku xwendekar bi saya vê xwe pêş dixin.
Kahraman diyar kir ku bi projeyên wiha xwendekar lêkolînan dikin û tiştên teze çêdikin.