Haydar Şahin
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
HAKKARİ
Komek ciwanên dildar ên di banê Navenda Ciwaniyê ya Hekariyê da çalakiyan li dar dixin ji bo çivîkên ku di sermayê da nikarin qut bibînin ji şûşeyên pet qutdang çêkirin û bi daran va daliqandin û helwesteke bibe mînak nîşan dan.
Ciwanên dildar ên ku li Hekariyê li ser dîwaran resman xêz dikin, ji bo zarokan çalakiyan li dar dixin û kal û pîran li malên wan ziyaret dikin vê carê ji bo çivîkên ku di sermayê da nikarin qut bibînin xebitîn.
Li bajarê ku lê şert û mercên zivistanê yên dijwar hene di çarçoveya "Projeya Dilopê" da ciwan li Navenda Ciwaniyê hatin ba hev û ji bo çivîkên di sermayê da nikarin qut bibînin qutdang çêkirin.
Ciwanên ku bi îmkanên xwe amûr berhev kirin bi makîneya lêhîmê va aliyekî şûşeyên pet helandin û jê qutdang çêkirin û hundirê wan tijî qut kirin.
Xwendekarên ciwan qutdankên ku çêkirin di daran da darda kirin.
- "Em bi îmkanên xwe xebatan didomînin"
Zeynep Aydina Alîkara Kordînatorê Bajêr ê Projeya Dilopê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Projeya Dilopê bi dildarî û li gor berpirsyariya civakî dimeşînin.
Aydinê got hemû cure heywanan difikirin û li gor vê tevdigerin û wiha pê da çû: "Ji ber ku li Hekariyê şert û mercên jiyanê dijwar in heywan nikarin alif û qut bibînin. Em jî qutdangên di hundirê wan da genim hene datînin hin ciyên li tebîetê. Amûrên em bi xwe temîn dikin. Her yekê me 3 lire 5 lireyî dide û bi îmkanên xwe em dixebitin tiştên kêrhatî bikin."
Aydinê got qutdangan li ciyên ku dar lê zêde ne û çivîk nikarin qut bibînin darda dikin, vî karî jî bi koma ji 15 kesan pêk tê va didomînin.
Aydinê bangî welatiyan kir û got, "Heke her kes hinek xut hinek avê dayne ber derê xwe ew ê zehf baş bibe, lewra heywan di şert û mercên wiha da nikarin xwarinê bibînin. Ji bo xêra Xwedê bira hinekî gunehê we bi wan were. Em ji Navenda Ciwaniyê ya ku her tim piştgiriyê dide me ra sipas dikin."