İbrahim Atmaca
03 Sibat 2019•Rojanekirin: 04 Sibat 2019
HATAY
Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însan (ÎHH) li malbatên Sûriyeyî rojê 500 hezar nanî bela dike.
Berpirsê Medyayê yê Xebatên Sûriyeyê ya Weqfê Selîm Tosun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Sûriyeyê xidaya herî girîng nan e.
Tosun diyar kir ku li Sûriye, Kilîs û Reyhanliya navçeya Hatayê firûnên wan hene û ew li gor tehma devê malbatên Sûriyeyî nan dipêjin.
Tosun got, "Em bi 22 personelan va şev û roj dixebitin. Arê ku xêrxwaz didin, li firûnên me tên pehtin û ji malbatan ra tê şandin. Rojê 500 hezar nan, li navenda Îdlib û Efrînê û herêma Çiyayê Tirkmenan li malbatan tê belakirin."
Selîm Tosun diyar kir ku par 270 milyon nan hat pehtin û li malbatên Sûriyeyî hatin belakirin.