Haydar Şahin
10 Tebax 2018•Rojanekirin: 11 Tebax 2018
BAYBURT
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di bernameya "Hevdîtina Bayburtê" da xîtabî gel kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da guherîna kurê dowîzê nirxand û got, "Dolar molar nikare rêya me bibire, qet nekevin nav fikaran. Kesên ku di binê balgiyên wan da dolar, ewro û zêrên wan hene bira herin li bankeyên me hûr bikin têxin lireyê Tirkiyeyê. Ev têkoşîneke xwemalî û neteweyî ye. Helbet miletê min ew ê bersivê bide kesên li dijî me şerê aboriyê dan destpêkirin."
Erdogan qala helwesta hin welatan kir û wiha axivî: "Hin welat di mijarên ku Tirkiye terefekê wê ye da helwesteke wisa nîşan didin ku bi vî awayî piştgiriyê didin derbekaran, terorîstan hembêz dikin, heq û hiqûqê nas nakin. Geşedanên neyînî yên van rojan di aboriya me da tên dîtin jî nîşana vê ne."
"Yên destê xwe li hev didin bira qet şa nebin"
Serok Erdogan got "Ji bo hemû îhtimalên xirab amadehiyên me hene" û axaftina xwe wiha domand:
"Yên li kurên dowîzê, faîzê, tehdîdan mêze dikin û destê xwe hev didin bira qet şa nebin. Di aboriya makro, hêza hilberînê, îsdixdamê û sîstema bankeyan a Tirkiyeyê da tu tengasiyek tune ligel vê em merûzî pêlên bêîstqrarkirinê yên fînansal ên çêkirî ra rû bi rû dimînin. Eşkere ye ku sedema van êrîşên li ser meseleyên piçûk hatine avakirin tiştekî din e. Têkiliyên me û welatên helwestên wiha nîşan didin zirar dîtin û hatin asteke ku telafiya wê mimkun nîne.
Kesên dikevin pey hesabên piçûk û Tirkiyeyê winda dikin, bawer bikin ku hûn ê sibê zehf poşman bin. Ez bangî lobiyên faîzê dikim, qet şa nebin. Hûn ê ji ser pişta vî gelî qezenc nekin, hûn nikarin vî miletî bidin çokvedan."
"Miletê ji guleyan natirse ma ew ê ji van tehdîdan bitirse"
Serokomar Erdogan bal kişand ku bi tu welatî ra neyariyeke taybet tune û wiha pê da çû: "Li hemberî tu welatî neyartiyeke me ya taybet tuneye. Bi hemû welatan ra ji hêla ku berjewendiyên me li hev tên em peymanan çêdikin û gava pirsgirêk derdikevin jî ji bo em meseleyên xwe bi rêyên guftugoyê hel bikin hewl didin, lê dema bizwazin Tirkiyeyê bixin tengasiyê zirarê bidin mafên me yên serdestiyê û bixwazin ji bo wan tawîz bên dayîn, a wê demê rewş diguhere. Bila li qisûrê mêze nekin em di vê mijarê da ji tu kesî ra nabêjin eywalah û emê nebêjin jî."
Erdogan guherîna kurê dowîzê nirxand û got, "Miletê ku ji tank, top, teyare, guleyan natirse ma ew ê ji van tehdîdan bitirse. Kesên wiha difikirin helbet qet ev mileta nas nekirine. Dolar molar nikare rêya me bibire, qet nekevin nav fikaran. Kesên ku di binê balgiyên wan da dolar, ewro û zêrên wan hene bira herin li bankeyên me hûr bikin têxin lireyê Tirkiyeyê. Ev têkoşîneke xwemalî û neteweyî ye. Helbet miletê min ew ê bersivê bide kesên li dijî me şerê aboriyê dan destpêkirin."
"Em ji qonaxên girîng derbas bûn"
Erdogan der barê alternatîfê cuda da jî wiha axivî: "Ji Îranê hetanî Rûsyayê ji Çînê hetanî welatên Ewropayê li gelek ciyan di mijara alternatîfên cuda da em ji qonaxên girîng derbas bûn."