Haydar Şahin
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê 11emîn Abdullah Gul pêşniyaz kir ku mexdûrên 28ê Sibatê ji nû va werin darizandin.
Gul ji bo salvegera 21emîn ya 28ê Sibatê ya ku wekî "derbeya postmodern" tê binavkirin li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand.
Gul bi bîr xist ku îro ji ser 28ê Sibatê ra 21 sal derbas bûn û di peyama xwe da wiha got:
"Dadgehên ku wê çaxê ji darizandina adil dûr bûn û li gor rênîşandana brîfîngan biryar didan cezayên bêhesab dan gelek kesan. Ji wan 600 kes hê jî mehkûm in. Heke dadgeh ji bo darizandina van kesan rê vekin, dereng be jî neheqiyên ku hatine kirin wê bên telafîkirin."