Haydar Şahin
24 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
ANKARA
"Istanbul Photo Awards Workshop" a ku îsala cara ewil di çarçoveya pêşbaziya "Istanbul Photo Awards"ê da tê kirin dest pê kir.
Di çarçoveya pêşbaziya ku Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) û Ajansa Kordinasyona Hevkariya Tirkan (TÎKA) sponsorên wê ne da îsal cara ewil "Istanbul Photo Awards Workshop" û "Istanbul Photo Awards Talks" tên kirin.
Di çalakiya ku ew ê 3 rojan ber xwe bide da Yurî Kozyrev û Stanley Greene nûçegihanên wêneyan yê Ajansa Noorê ew ê ji beşdarvanan ra qala tecrubeyên xwe bikin.
Ahmet Selê Rêveberê Weşana Xeberên Dîtbarî ya AAyê diyar kir ku herdu wênekêşên bi nav û deng ew ê îro li atolyeyan dersa wêneyan bidin beşdarvanan.
Ahmet Sel destnîşan kir ku "Istanbul Photo Awards" her diçe li Tirkiyeyê dibe çalakiyeke mezin, ev atolye jî gavên mezinbûna wê ne.
Sel bi bîr xist ku piştî axaftinên li ser wêneyan ên roja yekşemê di 2yê nîsanê da pêşengeha wêneyên ku bi ser ketine ew ê bê vekirin.