Tirkiye

"Hilberîna pîşesaziyê li gor texmînan zêde ye"

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Hilberîna pîşesaziyê di meha Gulanê da jî li gor texmînan zêde ye û zêdebûna xwe didomîne"

Nihat Kavşut  | 17.07.2018 - Rojanekırın : 18.07.2018
"Hilberîna pîşesaziyê li gor texmînan zêde ye"

Ankara

ANKARA 

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Hilberîna pîşesaziyê di meha Gulanê da jî li gor texmînan zêde ye û zêdebûna xwe didomîne."

Varank der heqê daneyên hilberîna pîşesaziyê yên meha Gulanê da axivî.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank destnîşan kir hilberîna pîşesaziyê di meha Gulanê da jî li gor texmînan zêde ye û zêdebûna xwe didomîne.

Mustafa Varank destnîşan kir piştî hilbijartinê nediyarî ji holê rabû û got di demeke kurt da ev rewş wê rê li ber zêdebûna veberhênanê veke.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank eşkere kir li gor daneyan di çaryeka duyem ya salê da jî aborî bi serkêşiya hilberîna pîşesaziyê mezin dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.