Wezîr Varank pakêteke tevdîr û alîkariyê ya ji 16 xalan pêk tê eşkere kir
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank beriya Eyda Qurbanê ji bona pîşesaz, KOBÎ û veberdêran pakêteke tevdîr û alîkariyê ya ji 16 xalan pêk tê eşkere kir.
Ankara
ANKARA
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank beriya Eyda Qurbanê ji bona pîşesaz, KOBÎ û veberdêran pakêteke tevdîr û alîkariyê ya ji 16 xalan pêk tê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê Wezîr Mustafa Varank beriya Eyda Qurbanê ji bona pîşesaz, KOBÎ û veberdêran pakêteke tevdîr û alîkariyê ya ji 16 xalan pêk tê eşkere kir.
Mustafa Varank destnîşan kir deynê esnafên deyndarên KOSGEBê wê heta 2019an bê taloqkirin û gorî ferqa kurê wê alîkariyên Ar-Geyê bên kirin.
Wezîr Varank diyar kir di OSByan da wê derfetên texsîskirina erseyên biberdêl berfireh bibe û pereyê serlêdana belgeya teşwîqkirina veberhênanê bê rakirin.
Varank diyar kir tevî ajansên pêşketinê ji bo hezar û 500 projeyî 500 milyon lire û bo herêmên pêşvabirina teknolojiyê wê 100 milyon lire alîkarî bê dayîn.
Wezîr Varank destnîşan kir em xebatekê didin destpêkirin ku berhemên bihayê wan 30 milyar dolar e û bi îtxalatê tên xwemalî bikin.