Sevim Hatun,Ekip
22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim derheqê pêvajoya referandumê da bi MHPê ra kampanyaya hevpar de got: "Wek AK Partî em ê bernameyên xwe cuda çêkin, ew ê cuda çêkin. Ez nikarim niha formata wê bibêjim, lê belkî di nav pêvajoyê da em di bernameyek du bernameyan da bi hev ra bin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê îxracên bi KHKyan de wiha got: "Kesekî ku bi zanetî di nav vî karî de ye kesê hesbelqeder xwe nav wê de dîtiye, heya em wana ji hevdu veneqetînin rabin pevajoyeke mexdurbûnê niha bidin destpêkirin, ev ne rast e. Em vê rewşê li ser têkoşîna xwe wekî egera şikê qebûl nakin, xebatên ji hevdu cudakirinê jî lazim e gelekî zêde dirêj nebe."
Yildirim li Koşka Çankayayê bi rêvebirên televîzyon, rojname û ajansên xeberan re hat bal hev û pirs bersivandin.
- "Bernameyên partiyan ji hev cuda ne"
Serokwezîr Yildirim derheqê pêvajoya referandumê da bi MHPê ra kampanyaya hevpar de wiha axivî:
"Wek AK Partî em ê bernameyên xwe cuda çêkin, ew ê cuda çêkin. Ez nikarim niha formata wê bibêjim, lê belkî di nav pêvajoyê da em di bernameyek du bernameyan da bi hev ra bin. Ev ê jî di nav mitabaqateke dualî da çêbibe, lê di prensîbê da her du partî wê kampanyayê cuda bikin. Qasî ku ji destê me tê em di siyasetê da rakêşiyê naxwazin, daxwaza me ew e ku lihevkirin hakim be. Em di nêrîneke wiha da ne. Lê belê xetên me yên sor hene, nirxên me hene. Ku êrîşeke li ser wan nirxên me hebin jî em nikarin histûyê xwe li ber wê xwar bikin, bersiva ku hewce dike em ê bidin."
- "CHPyê kampanyaya xwe nerm kiriye"
Yildirim got: "Vêga qasî xuya dike CHPyê kampanyaya xwe nerm kiriye. Bi min jî divê uslûb ne cudaxwaz û tund be û divê mirovan hembêz bike. Vaye geşedaneke pir baş e ku vegotinên wekî xaîntî, yên ku kêfa gel pê ra naçe û vegotinên ku welatî bi tu awayî heq nakin, tunene. Bi min ji bo demokrasiyê, yekîtî û tifaqa gel, ev vegotin, vegotineke rastir e. Lêbelê dê çiqas bidome, ez nizanim."
- "Me dora 3 hezar mensûbên DEAŞê kuştin"
Serokwezîr Yildirim der heqê têkoşîna dijî terorê da wiha got: "Tirkiyeyê nîşanî hemû dinyayê da ku bi rêxistina terorê ra bi taybetî DEAŞê ra têkoşîna herî xurt da, li ser vê qîl û qal nekir û bi rastî jî têkoşîn da. Me dora 3 hezar mensûbên DEAŞê kuştin."
Yildirim, li ser pirsa Kiliçdaroglu ya "Li Reqqayê çi karê we heye?" got: "Dema hin kes kûrahiya bûyeran nizanin axaftinên wiha dikin. Eger li Reqqayê karê we nebe, karê wan li welatê we çêdibe. Karê me ew e ku em karê wan yên vê derê bidin sekinandin, wana ji holê rakin, koka wan biqelînin."
-Kongreya AK Partiyê
Serokwezîr Yildirim ji bo îadekirina serkirdeyê FETOyê Gulenê li DYAyê da daxuyanî da got: "Ez dibînim ku vê rêveberiyê ji bo me girîngiya meseleyê baştir fêm kiriye. Zêhniyeteke cuda, ew ê erênî be, pêşbîniya me ev e."
Yildirim di dawiya axaftina xwe da qala kongreya AK Partiyê kir: "Kongreya AK Partiyê jixwe îsal di merheleya herî kêm de destpê dike. Em ê kongreya xwe ya normal di sala 2018an de bikin. Ji ber vê yekê li gor encama referandumê bernameya me ya kongreyê naguhere."